Abdullah Tel
09 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2017
RAMALLAH
Eskerên Îsraîlê ji filistîniyên ku beşdarî çalakiyên biryara Amerîkayê ya der barê Qudsê da protesto dikirin 2 kes şehîd kirin, 351 kes birîndar kirin û bi xaza rûndikrêjê jî hindik mabû 748 kesî jî bifetisînin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê daxuyanî da û ragihand ku wan di çalakiyên roja pêncşem û înê pêk hatin da ji ber êrîşên eskerên Îsraîlê li cihên bûyerê mudaxeleyî 945 filistîniyî kirin û 154 kes jî li nexweşxaneyên Şerîaya Rojava, Quds û Xezeyê tedawî kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji ber êrîşên eskerên Îsarîlê 2 welatiyên Filistînê şehîd ketin, 69 kes bi guleyên rastîn û 271 kes jî bi guleyên plastîk û 11 kes jî ji ber derbên eskerên Îsraîlê birîndar bûn.
Ji bilî vê 748 kesên ku eskerên Îsraîlê xaza rûndikrêjê bi ser wan da reşand jî hindik mabû bifetisin.