Mucteba Xamaney, wekî serokê dînî yê nû yê Îranê hat hilbijartin
Quds
Li Îranê, di êrîşa esmanî ya 28ê Sibatê ya Amerîka-Îsraîlê da, serokê dînî Elî Xamaney hat kuştin, Meclisa Rêberan ragihand ku ji bo meqamê serokatiya dînî Mucteba Xamaneyê lawê Xamaney bi pirdengî hat hilbijartin.
Li Îranê, berpirsê hilbijartina serokê nû Meclisa Rêberan wiha daxuyand, "Ayetullah Seyyîd Mucteba Huseynî Xamaney bi pirdengiya Meclisa Rêberan wekî serokê sêyem ê Komara Îslamî ya Îranê hat hilbijartin."
Meclisa Rêberan diyar kir ku, li herêmê herçiqas êrîşên Amerîka-Îsraîlê berdewam bikin jî piştî "nirxandineke bidîqet û bihûrgilî" xebatên xwe temam kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
