Ji ber dagirkerî û êrîşên Îsraîlê li Libnanê jimara kesên ku bi zorê ji cih û warên xwe bûn, ji nîv milyonî derbas bû
Beyrut
Hat ragihandin ku ji ber dagirkerî û êrîşên Îsraîlê li Libnanê ji 2yê Adarê vir va jimara fermî ya kesên ku bi zorê ji cî û warên xwe bûne, ji nîv milyonî derbas bû.
Li gor daxuyaniya ku ji Komîteya Rêvevbirina Afat û Rîskê ya Neteweyî ya Libnanê hat dayîn, piştî êrîş û biryara berfirehkirina dagirkeriya Îsraîlê qeydkirina kesên ku ji cî û warên xwe bûne, dewam dike.
Di daxuyaniyê da hat gotin, jimara kesên ku xwe li navendên sitarbûnê hatin qeydkirin, ji 517 hezarî derbas bû.
Ji aliyê din va tê gotin ku jimara kesên ji cî û warên xwe bûne, zêdetir e.
Li gor rapora rojane ya komîteyê heta niha 538 sitargeh hatin vekirin, li van navendan nêzî 117 hezar kes hatin bicihkirin.
Her wiha di raporê da hat gotin ku artêşa Îsraîlê ji 2yê Adarê vir va 1015 caran êrîşî Libnanê kir.
-Di êrîşa Îsraîlê ya dijî başûrê Libnanê û paytext Beyrûtê da 43 kes hatin kuştin
Hat ragihandin di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji şeve pê va dijî li başûrê Libnanê û paytex Beyrûtê didomîne da herî kêm 43 kes hatin kuştin
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Libnanê NNAyê û Wezareta Tenduristiyê, artêşa Îsraîlê ji şeve pê va dijî gelek herêmên welêt êrîş pêk anî.
Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya esmanî ya dijî bajaroka Eytîtê ya li başûrê Libnanê da 3 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser bajaroka Tuffahatayê ya li ser navçeya Saydayê jî ji heman malbatê 5 kes, tevahî 8 kes hatin kuştin.
Hat ragihandin li herêmê xebatên rakirina kavilan û xelaskirinê dewam dikin, ji bo kesên winda bên dîtin jî xebatên lêgerînê didomin.
Di êrîşa li bajaroka Cebel el-Batmê ya li ser navçeya Surê jî li gor agahiyên ewil 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya dijî otêleke li Beyrûtê da 4 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa Îsraîlê ya li bajaroka Rojavayê Sirê ya girêdayî bajarê Nebatiyeyê ya li başûrê Libnanê ya dijî avahiyeke 3 qatî da, li gor agahiyên ewil jê gelek jin û zarok 19 kes hatin kuştin.
Di êrîşa bajaroka Kanayê ya li ser bajarê Surê da jî 4 kes hatin kuştin, birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Di êrîşa dijî bajaroka Xaziyeyê ya li ser bajarê Saydayê jî 2 kes hatin kuştin.
Ji hêla din, Sîtola Îsraîlê daxuyand li Libnanê dijî herêma Dahiyeyê ya li başûrê Beyrûtê û bajarên Sur, Sayda û Trablusşamê êrîş hatin kirin.
- Êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya 2yê Adarê da hatibû diyarkirin piştî hat tesbîtkirin ku ji Libnanê moşek hatine avêtin, li bakurê welêt sîren ketin dewrê.
Artêşa Îsraîlê paşê ragihandibû ku dijî tevahiya Libnanê êrîşên esmanî daye destpêkirin, paytext Beyrûtê hedef girtiye û ji hewayê û behrê gelek êrîş biribû ser Libnanê û biryar dabû ku dagirkeriya bejayê berfireh bike.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê eşkere kiribû ku hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin derket 294an û ya birîndaran jî bû 1023.
