ÎSTANBÛL
Koalisyona Neteweyî ya Hezên Şoreşger û Mixalifên Sûriyeyê (KNŞMS) diyar kir di civîna ku li Stenbolê 2 roj berdewam kir de li ser mijarên girîng sekinîne û Serokê Sererkaniyê yê nû hat hilbijartin.
Di daxuyaniya ku piştî civînê hat dayîn de hat destnîşankirin ku di rêvebiriya Serokê KNŞMSyê Ehmed el-Cabra de li Stenbolê 2 roj civîn hatiye li dar xistin û fermandarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA), Wezîrê Parastinê, Serokê Sererkaniyê yê nû Tûxgeneral Evdilîlah el-Beşir û hin serokên meclisa herêmî beşdar bûn, di civînê de li ser mijarên girîng sekinîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gor biryara ku di 16ê sibatê de hat hildan Serokê Sererkaniyê Tûxgeneral Selîm Îdris ji wezîfeyê hat dûrxistin û Tûxgeneral Evdilîlah el-Beşir wek Serokê Sererkaniyê yê nû hat hilbijartin.