TORONTO
Balafira Rêhewaya Malezyayê ya ku bi hijmara sefera MH 370 difirî bi 227 rêwiyên xwe ve winda bû.
Di daxuyaniya Rêhewaya Malezyayê de hat ragihandin ku balafira bi 12 xebatkar û 227 rêwiyî gava ku ji Kuala Lumpurê diçû Pekînê di rê de winda bû.
Rêhewaya Malezyayê diyar kir ku bi şev di saet 02.40î de têkiliya wan û balafirê qetyaye û hê jî li balafirê digerin.
Li gor lîsteya Televizyona Navend a Çînê CCTVê di balafirê de 154 welatiyên Çînê jî hene.