Sevim Hatun
2017 ж. 07 қыркүйек•Rojanekirin: 2017 ж. 08 қыркүйек
COX’S BAZAR
Bi hezaran misilmanên arakanî yên ku ji ber bûyerên şidetê yên li Myanmarê revîn Bangladeşê, li kampê di nav şert û mercên dijwar de ne û li hêviya alîkariyê ne.
Bi hezaran arakaniyê ku ji ber bûyerên şidetê yên ku du hefte berê gurttir bûn mecbûr man cî û warê xwe biterikînin berê xwe dan welatê cîran Bangladeşê. Arakanî li Kampa Kutupalongê ya nêzî bajarê Cox’s Bazarê bi cî dibin.

Tê gotin ku hejmara arakaniyên li bajêr ji 120 hezarî bihurî. Wezîfedarên alîkariyê ya herêmî dibêjin ku ev jimar gihiştiye 150 hezarî.
Komîseriya Bilind a Milteciyan a NY, UNICEF, Bernameya Xurekê ya Dinyayê û Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ji bo alîkarî dayinê hewl didin lê tê gotin ku ev alîkarî têrê nake.

Li kampê têra xwe ava paqij û xwarin tune, ji ber vê yekê jiyana zarok û kal û pîran zehmettir dibe. Herwiha ciyê razan û mayinê jî têrê nake, bi hezaran kesên li kampê di barekayên ji naylon û tenekeyan de dimînin.
- Bi rojan dimeşin û digihêjin Bangladeşê

Du hefte berê artêşa Myanmarê bi hinceta têkoşîna dijî milîtanên çekdar ên li Arakanê dest bi êrîşan kir. Ji 25ê tebaxê vir ve gelek misilmanên arakanî mirin. Di êrîşan de ji 60î zêdetir gund hedef hatin girtin, piraniya van gundan wêran bûn û drama misilmanên arakanî dest pê kir.

- Ji birçîna darên mûzan xwarin
Ji misilmanên arakanî Camir Huseynê ku revî Bangladeşê got ku ew tevî malbata xwe reviya ye, 8 rojan meşiya ne û piştî 8 rojan gihiştine sînor.
Huseyîn got: "Wextê em di rê de bûn, xwarin tunebû, em birçî man. Ji ber vê yekê me darên mûzan ên li daristanê xwarin. Bi vî awayî me xwe gihand kampê."