Dinya

Meşriyê Serokê Konseya Dewletê ya Bilind ya Libyayê: "Em ê neçin Cenevreyê"

Nihat Kavşut  | 22.02.2020 - Rojanekırın : 23.02.2020
Meşriyê Serokê Konseya Dewletê ya Bilind ya Libyayê: "Em ê neçin Cenevreyê"

Libyan

 Xalid el-Meşriyê Serokê Konseya Dewletê ya Bilind ya Libyayê ragihand heta daxuyaniya ku ji Neteweyên Yekbûyî (NY) hêvî dikin neyê wê beşdarî civînên 5+5an yên li Cenevreyê nebin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Navenda Çapameniyê ya Operasyona Hêrsa Volqanê ku girêdayî Hikûmeta Mutebeqatê ya Neteweyî ya Libyayê ye ku li NYê meşrû ye, Meşrî destnîşan kir ku NYê der barê naverok û vizyona civînê da agahî nedaye Hikûmeta Mutebeqatê ya Neteweyî ya Libyayê.

Xalid el-Meşriyê Serokê Konseya Dewletê ya Bilind ya Libyayê got ji ber ku nizanin wê kî beşdarî civînê bibin û heta ji NYê daxuyanî neyê dê neçin Cenevreyê.

Meşrî wek mayîn diyar kir Hefter ji bona êrîşî sivîlan bike ji hêla fînansê va ji Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb destekê distîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.