Dinya

Terorîstên Îran piştgiriyê dide wan li Îdlibê merivên xwe didin der

Haydar Şahin  | 22.02.2020 - Rojanekırın : 24.02.2020
Terorîstên Îran piştgiriyê dide wan li Îdlibê merivên xwe didin der

Deyru z Zor

Cesedê 34 kesên din ên endamê komên terorîst ên biyanî yên Îran piştgiriyê dide wan û li Îdliba Herêma kêmkirina Rageşiyê li aliyê rejima Beşar Esed şer dikirin anîn Dêrazorê.

Komên terorîst ên biyanî yên di fermandariya Mihafizên Şoreşa Îranê da li aliyê hêzên rejima Esed şer dikin her ku diçe merivan didin der.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî sitandin, di nav 4 rojên dawîn da cesedê 34 kesên endamê van koman û bi dehan birîndar anîn Dêrazorê ya li nêzî sînorê Iraqê.

Rejima Esed û alîgirên wê êrîşên li ser herêma Îdlibê dan destpêkirin, bi sedan kesên bi hinceta ziyareta tirbeyan hatin Sûriyeyê li Îdlibê tevlî terorîstên biyanî yên Îran piştgiriyê dide wan bûn û şer dikin.

Cesedê kêmzêde 100 kesên di nav komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide da li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê şer dikirin hefteya borî anîbûn Dêrazorê.

- Rejima ciwanan dîl digre

Hêzên rejimê yên li ber komên mixalif merivan didin der ji bo hêza xwe zêde bikin hewl didin.

Artêşa rejima Esed û hêzên rejimê yên ji komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan pêk tên li navend û dorberê Dêrazorê gelek ciwanên hatine çaxa eskeriyê dîl digrin ku bişînin herêma pevçûnê ya li Îdlibê.

Hêzên rejimê yên ji Ûrisan piştgiriya ji hewayê hildidin peymanên Astana û Soçiyê binpê dikin û ji mijadara 2019an vir da êrîşî wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê dikin û pevçûnên mezin derdikevin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın