Burak Dağ,Faruk Hanedar
2026 ж. 31 наурыз•Rojanekirin: 2026 ж. 31 наурыз
Meclisa Îsraîlê (Knesset), pêşnumaya qanûnê ya binîqaş a cezayê îdamê ya ji bo mehkûmên Filistînî, pejirand.
Civaka navneteweyî li dijî pêşnumaya qanûnê ya ku li Lijneya Giştî Knessetê ji bo dengdayînê hat pêşkêşkirin bertek nîşan da, pêşnuma li hemberî 48 dengan bi 62 dengan va hat qebûlkirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, dengê xwe da pêşnumaya qanûnê ya ku cezayê îdamê ji bo mehkûmên Filistînî ferz dike.
Cezayê dardakirinê yê mehkûman ên li Îsraîlê tên darizandin dikarin veguherînin cezayê hepsa heta hetayê.
Di qanûna ku hat erêkirin de, ji bo cezayê dardakirinê "An bi armanca înkarkirina hebûna Îsraîlê an jî kuştina yekî li vê derê" wekî hincet hat nîşandan.