Dilara Zengin
25 Tebax 2021•Rojanekirin: 25 Tebax 2021
Meclisa Nûneran a Amerîkayê budçeya 3,5 trilyon dolarî ya parçeyekî girîng ê rojeva aboriyê ya Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê tesdîq kir.
Şaxa rûnerm a Partiya Demokrat jî li hev kir û plana budçeyê bi 220 rayî hat qebûlkirin û 212 ray jî li hemberî budçeyê hatin avêtin.
Rê li ber vebû ku êdî Demokrat bêyî piştgiriya Komarparêzan pêşnûmaya budçeyê amade bikin û bidin tesdîqkirin. Pêşnûmaya binesaziyê ya trilyonek dolarî ya ku meha çûyî li Senatoyê hatibû qebûlkirin ew ê di 27ê îlonê da were raykirin.
Nancy Pelosiya Seroka Melisa Nûneran a Amerîkayê got ji bo tesbîta hûrgiliyên budçeya 3,5 trilyon dolarî bi Senatoyê ra xebitîn.
Wekî mayîn Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê di civîna çapemeniyê da got ji ber biryara Meclisa Nûneran gelekî memnûn bû, ji bo xizmeta gelê Amerîkayê gavek dîsa pêşda çûn.