Sıraç Karadeniz
26 Nîsan 2026•Rojanekirin: 26 Nîsan 2026
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê guldexwînan siruşt xemiland.
Li gundê Baglarê bi hatina biharê ra li hin cihên li deverên bilind guldexwînan vekir.
Guldexwînên ku berê wan di erdê da ne û dîmeneke xweş derxistin holê, bala siruşthez û hezjêkerên wêneyan kişand.
Hezjêkerên wêneyan û welatî çûn herêmê û wêneya guldexwînan kişandin. Guldexwîn li siruştê dêmî hêşîn dibin û nêzî 3 hefteyan emrê wan heye.