Li Sariqamîşa navçeya Qersê ku yek ji cihên herî bilind ên Tirkiyeyê ye û zivistan lê dirêj û dijwar derbas dibe, siruşt zindî bû.
Li herêma Eko Turîzmê ya Geliyê Keklikê ku bilindahiya wê 2 hezar û 200 mêtro ye û 7 kîlomêtro dûrî navenda navçeyê ye, Sûlava Keklîkê bi ava berfê ya heliya va dîsa bi coş bû.
Sûlava ku nêzîkî 6 mehan e bi qeşayê nixûmîbû, niha dîsa diherike.
Piştî ku hewa germ bû, ziyaretvan jî tên dîtina herêmê.
Ji welatiyan Şenay Vanliyê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku zivistan îsal dijwar derbas bû û wiha axivî: "Sûlava ku 5-6 meh bûn qeşa girtîbû piştî ku berf heliya û baran barî dîsa herikî. Sûlav niha bi coş diherike, ji vir şûn da wê bêtir zêde biherike."
Ji hêla din mêrgên Hançerlî û Hamamliyê bi sosin, berfîn kulîlkên zer va xemilî.
Çûkên biyanî hatin cihên avî.