Aşkın Kıyağan
26 Sibat 2024•Rojanekirin: 27 Sibat 2024
Meclisa Neteweyî ya Macaristanê peymana der barê beşdarbûna Swêdê ya ji bo Teşkîlata Peymana Atlantîka Bakur (NATO) da pejirand.
Di civîna li Meclisa Neteweyî ya Macaristanê da ji bo endamtiya Swêdê ya NATOyê dengdayîn çêbû.
Ji bo endamtiya Swêdê ya NATOyê 188 parlamenteran dengê “erê” dan, 6 parlamenteran jî dengê “na” bi kar anîn.
Bi vî awayî Parlamentoya Macaristanê endamtiya Swêdê ya NATOyê qebûl kir.
Bi erêkirina Macaristanê va hemû welatên endam yên NATOyê endamtiya Swêdê qebûl kirin.