Haydar Şahin
05 Tebax 2017•Rojanekirin: 06 Tebax 2017
WASHINGTON
Nûnerê Taybet ê Koalisyona Têkoşîna Dijî DEAŞê yê DYAyê Brett McGurk diyar kir ku li Reqayê kêmzêde 2000 milîtanên DEAŞê hene.
McGurk di civîna ku li avahiya Wezareta Karên Derva ya DYAyê li dar xist da der barê operasyonên li dijî DEAŞê da agahî da.
McGurk diyar kir ku li Reqayê kêmzêde 2000 milîtanên DEAŞê hene û got, "DEAŞ îro ji bo herêmên ku li Reqayê di dêst da mane û jiyana xwe şer dike. Li gor texmînên me li Reqayê kêmzêde 2000 milîtanên DEAŞê hene."
McGurk destnîşan kir ku ji sala 2014an vir da DEAŞê li Iraq û Sûriyeyê 70 hezar kîlometreqere erd da der, ji sedî 78ê herêmên ku li Iraqê di dêst da bûn û ji 58ê herêmên ku li Sûriyeyê di dêst da bûn da der.
McGurk got ku DEAŞê 20 hezar kîlometreqere erd di 6 mehên dawîn da da der.
- "Hetanî vê gavê ji sedî 45ê Reqayê hat paqijkirin"
McGurk diyar kir di çarçoveya operasyonên li DEAŞê da kampanyaya Mûsilê hat temamkirin û ji bo Reqayê got, "Hetanî vê gavê ji sedî 45ê Reqayê hat paqijkirin."