19 Gulan 2018•Rojanekirin: 20 Gulan 2018
REQA /İSTANBUL
Jiyana gelê Reqaya bajarê Sûriyeyê ya ku ji aliyê YPG/PKKa rêxistina terorî va hatibû dagirkirin bi zor û zehmetî derbas dibe.
Pirên li ser Çemê Firatê ji ber êrîşan xirab bûbûn. Sivîlên Reqayê ji ber vê bi kelekên bimotor yên biçûk va derbasî aliyê din dibin.

Bajarê Reqayê ji cotmeha meha sala 2017an vir va di bin dagirkirina YPG/PKKa rêxistina terorî de ye. Sivîlên Reqayî wê çaxê bajêr terikandibûn lê piştî demekê qismekê wan bêçare man û dîsa vegeriyan ser axa xwe.
Li gor çavkaniyên herêmê terorîstên YPG/PKKyî ji bo ku sivîlên Reqayî venegerin nahêlin pir bên tamîrkirin.

Kesên ku dixwazin derbasî aliyê din bibin divê serê mirov 100 lîreyê Sûriyeyê (1 lîre) bidin. Kesên dixwazin bi motosîkletê derbas bibin jî 200 lîreyê Sûriyê (2 lîre) û yên dixwazin bi wesayîtê derbas bibin jî divê 500 lîreyê Sûriyeyê (5 lîre) bidin.
Di rojekê de qasî 2 hezar mirov bi van kelekên bimotor derbasî aliyê din dibin. Ji bilî mirovan bi kelekan xurek û melzemeyên înşeatê tinîn û dibin.
Ji xwediyê kelekan Mûhemmed Ebû Xalid got ku rewîtî bi kelekan tê kirin herî zêde ji bo zarok û kesên ku melevaniyê nizanin bitalûke ye. Xalid wiha got: "Derbasbûna aliyê çem hem bitalûke ye hem jî gelekî biha ye. Lê miletê vê derê bêçare ne, dîsa jî mecbur derbas dibin."