20 Gulan 2018•Rojanekirin: 21 Gulan 2018
HAKKARÎ
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê 3 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, li devera çiyayî ya Çatalcaya gundê navçeyê li dijî PKKya rêxistina terorê bi piştgiriya esmanî operasyon dan destpêkirin.
Di operasyonê da hêzên ewlehiyê û terorîstên PKKyî pevçûn, terorîstek sax, 2 terorîst kuştî hatin bidestxistin.
Li herêmê operasyon dewan dike.