Li Wan û Bidlîsê di operasyona qaçaxcîtiya penaberan da 5 gumanbar hatin girtin
Van
Li Wan û Bidlîsê dijî kesên ku qaçaxcîtiya penaberan dikin operasyon hat kirin û di operasyonê da 5 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Ewlehiyê hat dayîn, li Wan û Bidlîsê dijî kesên ku "qaçaxcîtiya penaberan û bazirganiya merivan" dikin, xebat hat kirin.
Di vê çarçoveyê da ji bo binçavkirina 8 gumanbaran li Wan û Bidlîsê ser navnîşanên kifşkirî di heman demê da operasyon hat kirin.
Di operasyonê da 5 gumanbar hatin binçavkirin, ji bo girtina 3 gumanbaran xebat dewam dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.