Tirkiye

Li Bîngolê di sitargeha 4 odeyî ya terorîstên PKKyî da teqemenî hat girtin

23.10.2020 - Rojanekırın : 24.10.2020
Li Bîngolê di sitargeha 4 odeyî ya terorîstên PKKyî da teqemenî hat girtin

Bingöl

Li çiyayên Genca navçeya Bîngolê sitargeha 4 odeyî ya terorîstên PKKyî bi kar dianîn hat tesbîtkirin û di sitargehê da teqemenî hat girtin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr xeber hildan li çiyayên Genca navçeya Bîngolê sitargeha terorîstên PKKyî heye û li ser vê operasyon kirin.

Di operasyonê da sitargeha 4 odeyî ya di nav çilo û dirikan da hatibû veşartin hat tesbîtkirin.

Di lêgerîna li sitargehê da 2 teqemeniyên pêlîkirinê, 43 tup, 10 mêtro kablo, 205 pîl, xurek, amûrên tibî û jiyanê hatin dîtin.

Sitargeh û amûrên hatin dîtin hatin îmhekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın