Türkan Tosun
23 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî got wan bi serokê Şiî Mukteda es-Sadr ra ji bo avakirina hikûmeteke ku ji teknokratan pêk tê li hevdu kiriye.
Ebadî di civîna heftane ya li Bexdayê de wiha got: "Ez bi Seyyîd Mukteda Sadr ra axivîm. Ji bo ku hikûmeteke ji endamên teknokrat yên ku ji hemû komên siyasî pêk tên û ji hizibçîtî û mezhebcîtiyê dûr ava bibe me li hev kir."
Ebadî got heke ew hin koman dûr bixin, ew nikarin siyasetê bikin û wiha dewam kir: "Ev tevgereke şaş e. Ji ber vê nêrînê DEAŞ kete welatê me û jê sê paran parek bi dest xist."
Ebadî bangî komên siyasî kir ku ew heman bên li bal hev ku meclisê vekin û got: "Li gor heyamên berê bi ya min hikûmet wê zûtir ava bibe."
- Hilbijartin wê neyên betalkirin
Ebadî got ji ber şaîbeyan hilbijartin wê neyên betalkirin, ew vê naxwazin.
Du roj berê Ebadî û Sadr yê ku di hilbijartinê de bû yekemîn û 54 parlamenter şandin meclisê li ser îtifaqa hikûmetê axivîbûn.