İbrahim Atmaca
24 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2018
NEW YORK
Hat ragihandin ku Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis biryarnameya li ser vekişîna ji Sûriyeyê ya eskerên Amerîkayê îmze kir.
Li gor nûçeya têlevîzyona CNNa Amerîkan ku dispêre du rayedarên Wezareta Parastinê, Mattisê ku wê di meha rêbendanê da dev ji wezîfeya xwe berde, biryarnameya li ser vekişîna ji Sûriyeyê ya eskerên Amerîkayê îmze kir.
Di nûçeyê da li ser dem û çawaniya vekişîna ji Sûriyeyê ya eskerên Amerîkayê agahî da û hat gotin ku vekişîn wê hefteyên pêş dest pê bike û çend hefyteyan bidome.
Piştî biryara vekişîna ji Sûriyeyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump, Mattis daxuyandibû ku wê dev ji wezîfeyê berde.