05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Cîgirê Alîkariya Însanî ya Neteweyên Yekbûyê (NY) yê Sûriyê Sajjad Malîk ragihand ku herçiqas Heleb wêran be jî sûriyeyiyan piştî agirbestê dest bi vegera herêmê kir.
Malîk bi telekonferansê beşdarî civîna çapemeniyê bû got, "Heta niha 2 hezar û 200 malbatên sûriyeyî vegeriyan rojhilatê Helebê."
Malîk got ku Heleb wêran bûye, jinûveavakirin wê demeke dirêj bikşîne û wiha xeberda: "Hewa pir sar e û milet vedigere xaniyên bê pace û bê derî."
Malîk got ku berî şer li Helebê 4 milyon kes hebûn, li gor texmînên me ev reqem niha milyon û nîvek e û ji vana 400 hezar yên ku li welêt ji cih warê xwe bûne ne.