27 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
BAB
Artêşa Sûriyeya Azad ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê piştevaniya wê dike, li navenda navçeya Baba li ser bajarê Heleba Sûriyeyê bombe û mayînên çalkirî yên rêxistina terorê DEAŞê paqij dike. Ligel vê, xelkê navçeyê yê ku ji ber DEAŞê revîbûn hêdî hêdî vedigerin.
Yekîneyên ASAyê yên ku hefteya borî navenda Babê kontrol kirin, li hemberî kemîneyên mayîn û bombeyan ên DEAŞê bikontrol pêşva diçin.
Herwiha li kuçe kolanên Babê û li malên ku DEAŞê emilandin fealiyetên lêgerîn û paqijkirinê berdewam e. Di vê navberê da li navçeyê teqînên mayînan ên bikontrol diqewimin.
Fermandarê Sehayê yê ASAyê Muhammed Ali di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku navenda Babê di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da hat xilaskirin. Ali got ku niha ew hewl didin ku xelkê bajêr di nava ewlekariyê da vegerin navçeyê.
Ali bal kişand ku ji bo vê yekê jî pisporên bombeyan ên ASAyê gelekî dixebitin û wiha dewam kir: "Em destûr nadin ku sivîl bikevin herêmên ku ji mayîn û teqemeniyan nehatine paqijkirin. Em vê ji bo ewlekariya sivîlan dikin."
Sivîl Abdo Mihemmedê ku vegeriya Baba ku ji rêxistina terorê hat paqijkirin got ku ew vegeriya ser warê xwe û ji ber hindê ew gelekî kêfxweş e.