27 Sibat 2017•Rojanekirin: 27 Sibat 2017
ÎDLIB
Hat ragihandin ku li Erîhaya navçeya Îdliba Sûriyeyê di êrişên bibombe de 13 sivîl mirin û herî kêm 30 kes jî di bin enqazan de man.
Mihemed Haşimê ku yek ji rayedarê parastina sivîlan ê li Erîhayê ye ji nûçegihanê AAyê re wiha daxuyand: "Balafireke ku em texmîn dikin a ûrisan e li navçeya Erîhayê bi bombeyan ve êrişî navçeyê kir. Di êrişân de jin û zarok jî di nav de 13 sivîl hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Di êrîşa esmanî de sê avahî hilweşiyan. Hêzên parastina sivîl hewl didin ku xwe bigîhînin 30 sivîlên di bin enqazan de mane."
Li Sûriyeyê agirbesta ku di bin garantoriya Tirkiye û Rûsyayê de hatibû qebûlkirin di 30yê çileya pêşîn de ketibû rewacê. Di civîna Astanayê de Tirkiye, Rûsya û Îranê di mijara agirbest neyê îxlalkirin de li hev kiribûn ku mekanîzmayeke çavdêriyê ya sêalî bê avakirin.