27 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
MARDÎN
Parêzerê sûrî Şêxo Ûsivê ku ji ber şerê navxweyî ya li Sûriyeyê xwe spartiye Tirkiyê, niha ji bo debara malbata xwe bike bi wesayîteke seyyar va kebaban difroşe.
Şêxo Ûsivê ku li Hesekeya bajarê Sûriyeyê parêzertî dikir ji ber şer dev ji kar û welatê xwe berda û 3 sal berê bi malbata xwe va hat Stenbolê.
Ûsiv ewil li xwaringehekê bi şûştina firaqan va debara mala xwe kir, lê paşê hate Qiziltepeya navçeya Mêrdînê û li wir avahiyek kirê kir.
Ûsiv niha li Qiziltepeyê li ser kolana Urfayê ji bo ku debara malbata xwe bike, bi wesayîteke seyyar va kebaban difroşe.
Daxwaza Ûsiv a herî mezin ewe ku şer biqede û ew here welatê xwe û dîsa karê xwe yê parêzeriyê bike.
- "Min bîra karê xwe kir"
Ûsiv ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku li Tirkiyeyê mirov li hember wî baş tevdigerin û hizûra wî heye, zarokên wî jî ji bo ku tirkî hîn bibin diçin dibistanê.
Ûsiv anî ziman ku herçiqas li Tirkiyeyê ew rehet bijîn jî wî bîra welat û karê xwe kiriye û wiha pê de çû: "Min bîra welatê xwe û karê xwe kir. Înşallah li Sûriyeyê şer biqede û em jî vegerin welatê xwe. Welatê her kesî ji wî re xweş e. Mal û karê me li wir bû. Heke şer biqede gelê Sûriyeyê wê bixwaze ku vegere welatê xwe."
Ûsiv herî dawîn got ku heke destûr bê dayîn ew dixwaze karê parêzeriyê li Tirkiyeyê bike û ewê ji ber vê pir kêfxweş bibe.