İbrahim Atmaca
25 Sibat 2020•Rojanekirin: 27 Sibat 2020
Mala Mihemed Hemmûdeyê Îdlibî di êrîşa esmanî da xerab bû, Hemmûde bi malbata xwe ya ku ji 20 kesan pêk tê va xwe spart şikeftekê û ji bo ku heywanên kovî zirarê nedin wan, nobetê digrin.
Di encama hemleya eskerî ya ku rejima Esed û Rûsyaya piştgirê wê, li rojavayê Helebê û başûrê Îdlibê da destpêkirin da bi deh hezaran sivîlî cî û warên xwe terk kirin û bê mal man.
Kesên ku ji cî û warên xwe bûn, ji ber nebûna derfet û çadiran, ji ber zêdebûna kirayên malan, di şikeft, qerewan û bareqeyên ku bi xwe çêkirine da dijîn.
Mihemed Hemmûdeyê Îdlibî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku mala wî ya li gundê Ram Hamdanê di êrîşa esmanî da xerab bû.
Mala Mihemed Hemmûdeyê Îdlibî di êrîşa esmanî da xerab bû, Hemmûde bi malbata xwe ya ku ji 20 kesan pêk tê va xwe spart şikeftekê û ji bo ku heywanên kovî zirarê nedin wan, nobetê digrin. ( Alaeddin Fetravi - Anadolu Agency )
Hammûdeyê Îdlibî diyar kir ku di vê heyatê da tişta ku ew xwe pê bigre nemaye û wiha dewam kir, "Mal nema tê xebitandin. Derî û şibake tê da, her tişt tar û mar bû. Em ji mala xwe derketin. Li dereke ku em xwe bispêrinê digeriyan. Me niyet kir ku em çadirê bistînin, lê pir biha bû. Dora 200 hezar lireyê Sûriyeyê (1200 TL) bû."
Hammûde diyar kir, nêzî sînorê Sûriye û Tirkiyeyê texma Çiyayê Barîşayê di şikeftekê da bi malbata birayê wî, diya wî û zarokên wî va tevahî 20 kes dimînin û wiha dewam kir: "Zar û jinên me li derva bûn. Em herî dawîn ketin şikeftekê. Qet nebe banî me diparêze. Em dikarin zarokên xwe têxin hundir, tê da razînin."
Hammûde diyar kir ku jiyana şikeftê zehmet e û wiha dewam kir:"Di hundir da kûçikek sekitîbû. Me ew derxist. Şikeft paqij kir. Di hundir da bêhna kefikê hebû. Ji ber vê jî nexweşî çêdibe. Çend roj berê bi şev derketim derva û min ronahî da der û dorê, keftarek hatibû ber deriyê şikeftê. Jin û zarok tirsiyan. Li ser vê min û birayê xwe me dest bi nobedariyê kir."
Hammûde diyar kir, ew ji bo destmêj û serşûştinê bi kîlomêtroyan rê diçin gundekî dûr û wiha dewam kir: "Ez çi bibêjim kêm e. Hûn li vê derê heywanan girêdin, nasekinin."
Malbata Îdlibî ya ku xwe spartin şikeftê ji bo keftar zirarê nedin wan nobetê digrin
- Rewşa Îdlibê
Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Bi koça navxweyî va nifûsê navenda Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da bajarê Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li paytextê Şamê Xûteya Rojhilat û herêmên başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.
Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn. Di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va rejim û Rûsya êrîşên xwe didomîne û ji gulana 2019an vir va ji bo ku herêmê hemû bi dest bixe ji bejayê va operasyon daye destpêkirin.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar di 10ê gulana 2019an da daxuyanî dabû û bal kişandibû ku ûnsurên rejimê ji 6ê gulanê pê va ji bejayê va dijî başûrê Îdlibê herekat da destpêkirin.
Rejim û piştgirên wê ji vê dîrokê pê va digel navçeyên mezin ên wek Kefrenbûde, Xan Şeyxûn, Maraatînûman, Seraqibê; li başûr û başûrê rojhilata Îdlibê, li deverên çiyayî yên bakur û rojhilata Hamayê û li deverên çiyayî yên başûr û rojavayê Helebê gelek niştewar bi top û êrîşên esmanî va bi dest xistin.
Di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va di êrîşên rejim û piştgirên wê da ji 1800î zêdetir sivîlan can da. Ji rêbendana 2019an vir va jimara kesên ku koç kirin û hatin nêzî sînorê Tirkiyeyê derket milyonek û 942 hezar kesan.