Haydar Şahin
25 Sibat 2020•Rojanekirin: 26 Sibat 2020
Li Kerkûka bajarê Iraqê di 4 kesên ji heman malbatê da vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tebîtkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê da hat destnîşankirin ku li Kerkûkê di 4 kesên ji heman malbatê yên ji Îranê vegeriyane da Kovîd-19 hat dîtin.
Hat diyarkirin ku malbat li nexweşxaneyeke li bajêr hildan karantînayê.
Li Necefa bajarê Iraqê jî duh hatibû diyarkirin ku di xwendekarekî Îranî da vîrusa koronayê ya nû hat dîtin.