Abdullah Tel
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
PARÎS
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu piştî hevdîtina li Qesra Elyseeyê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Macron destnîşan kir ku di hevdîtina bi Netanyahu ra da li ser mijarên herêmî sekinîn û wiha pê da çû: "Min ji Netanyahu ra jî careke din got. Wek mutefîqên me yên Ewropayî jî difikirin ji bo kontrolkirina bernameyên moşekên balîstîk ên li herêmê divê em li ser peymana nukleerê ya bi Îranê ra hatiye kirin, bisekinin."
Macron destnîşan kir ku peymana nukleerê ya bi Îranê ra bes nîne û piştî sala 2025an divê li ser mijarên herêmî û bernameya moşekên balîstîk ên Îranê xebateke nû bê kirin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Macron ragihand ku li ser girîngiya şirîkatiya ji bo çareserkirina şerê li Sûriyeyê û pirsgirêka Îsraîl-Filistînê sekinîn.
Macron xwest ku bila Quds bibe paytextê herdu dewletan û di vê merheleyê da guftûgo bên kirin.
- "Ez hemû tundiyên li hemberî sivîlên li Xezeyê şermezar dikim"
Serokomarê Fransayê Macron di civîna hevpar a ku tevlî Netanyahu kir da got: "Ez bi taybetî hemû tundiyên ku di hefteyên dawîn da li hemberî sivîlên Xezeyê tên kirin, şermezar dikim."
Macron got ku di hevdîtinê da li ser têkiliyên dualî yên Fransa û Îsraîlê sekinîn û hevkariya herdu welatan wê bidome.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu jî xwest ku bila di qada navneteweyî da zexteke zexm û bitesîr bidin ser Îranê.