Türkan Tosun
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
KERKÛK
Komîsertiya Bilind a Xweser a Iraqê daxuyand heke îdiayên dibêjin di hilbijartinan de hile hatine kirin neyên qebûlkirin, dibe ku li welêt şerê navxweyî derkeve.
Namzedê Koalîsyona Ereb a li Kerkûkê Xatem et-Taî li qada xwepêşanê ya Tirkmenan civîneke çapemeniyê li dar xist û got: "Komîsertiya Bilind a Xweser a Iraqê heke îdiayên li ser mijara ku di hilbijartinan de hile hatine kirin qebûl neke, dibe ku li welêt şerê navxweyî derkeve, em ji ber vê bi fikar in."
Taî got komîsertiya hilbijartinê êdî ne xweser e, bûye siyasî û li gor berjewendiyên partiyên siyasî tevdigere.
Taî anî ziman ew piştgiriya wan hemû partiyan dikin ku li hember hîle û şaîbeyan in û got xwepêşandêrên Tirkmen bi hefteyan e ji bo demokrasiyê nobedê digrin.
Tirkmenên li Kerkûka bajarê Iraqê dijîn piştî hilbijartinên 12ê gulanê îdia kiribûn rayên wan li ser partiyên Kurdan hatine hesabkirin û dest bi xwepêşanan kiribûn.