06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
DUHOK
Li Iraqê li navçeya Şengalê ya parêzgeha Mûsilê milîsên Heşda Şabî û milîtanên Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) yên girêdayî rêxistina terorê PKKyê bi hev ra şer kirin.
Ji fermandarên Pêşmergeyên Êzdî li Şengalê Qasim Şeşo di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku duh danê êvarê Heşda Şabî û komên girêdayî YBŞyê şer kirin.
Şeşo diyar kir ku rewş li Şengalê aloz e û wiha got, "Îhtimal heye ku pevçûn dîsa biqewime. Rageşî dewam dike."
Li gorî agahiya ku ji şahidan hat wergirtin, piştî pevçûna ku zêde dewam nekir, gelek milîtan û alîgirên YBŞyê li meydana Şengalê kom bûn. Artêşa Iraqê jî hewl da ku vê gruba ku li meydanê kom bû, belav bike.
Piştî pevçûna ku hê nayê zanîn gelo di encamê da kuştî û birîndar hene an na, du qaşo fermandarên YBŞyî bi destê artêşa Iraqê hatin binçavkirin.
Ji hêla din va jî hat ragihandin ku Heşda Şabî xwest ku hêzên Pêşmergeyên Êzdî ji Şengalê derkevin, lêbelê wê hêzê ev daxwaz red kir.
- Îdiaya eskerên Amerîkayê li Çiyayê Şengalê bi cih bûn
Qaymeqamê Şengalê Mehme Xelîl di daxuyaniya xwe ya şemiya borî da îdia kiribû ku eskerên Amerîkayê bi zirîpoş û çekên giran va li Çiyayê Şengalê bi cih bûn.
Hatibû ragihandin ku eskerên Iraq û Amerîkayê îna çûyî çûn ser sînorê Iraq-Sûriyeyê yê hêla rojavayê Mûsilê ku bermayiyên rêxistina terorê DEAŞê lê hene û kontrola wê derê hildan destê xwe.