TRABLUS
Li Libyayê 17yê Sibatê ya ku wekî dîroka destpêka serhildana dijî rêjima Mûammer Qaddafî tê qebûlkirin, di salvegera 3yemîn de bi kêfxweşî hat pîrozkirin. Pîrozbahiyan duh dest pê kir û îro jî bi xwepêşandinên gel dê dewam bike.
Di serî de Trablus û Bîngazî li gelek bajarên din jî pîrozbahî hatin lidarxistin. Kesên ku li dijî rejimê şer kiribûn, miribûn û birîndar bûbûn jî di merasiman de hatin bibîranîn. Di xwepêşandinan de li ser çand, azadî û mafên mirovan yên Libyayê sekinîn. Bi hezaran kesî qada Şehîdan ya paytextê dagirt û diyar kirin ku dê serhildan bigihêje armanca xwe.
Şoreşa 17ê Sibatê li giştiyê welêt bi çalakiyên cur bi cur hat pîrozkirin.