KALAMBAKA
Turîst diçin li bajarê Meteoraya girêdayî Herêma Trîkalaya Yunanistanê ya ku di nav çiyayên wê yên bi zinar de gelek keşîşxane hatine avakirin digerin. Cihên ku keşîşxane lê ava kirine zehf bilind in û ji ber vê jî meriv gava ku lê digere wek ber bi esmanan ve hilpask dibe.
Zinarên ku li ser keşîşxane hatine avakirin di nav bajarên Kalambaka û Kastrakiyê de cih digrin. Bi milyonan sal berê ji ber ba, germahî û avê zinar herifîne û rûyê wan şimşat bûye. Bilindahiya hin zinaran xwe digihîne 550 metreyî.
Piştî ku Împaratoriya Romayê ji hev qetiya û Dêra Ortodoks ya Yunanistanê welat hilda bin tesîra xwe keşîşan piştî sedsala 9emîn berê xwe dan çiyê û li wir di şikeftan de ketin înziwayê û jiyana xwe li wir domandin.
"Meteora" di zimanê yunanî de tê meneya "di ezmanan de darde kirî". Keşîşxaneyên Meteorayê di sedsala 11emîn de hatin avakirin. Tê qalkirin ku li herêmê kevirên keşîşxaneyan bi şirît û sepetan, yek caran jî bi piştê ve derxistine ser zinaran û keşîşxane wisa ava kirine.
Li gor agahiyan li ser zinaran 20 keşîşxane hatine çêkirin lêbelê heta niha 2 hebê wan yê rahibeyan 4 hebên wan yê rahiban bi tevahî 6 keşîşxane mane. Ji bo ku keşîşxane rihet bên ziyaretkirin pêlekan, pire û teleferîk hatine çêkirin.