KÎEV
Li Kîevê her diçe pevçûn gurtir dibin û xwepêşandan zêdetir li Meydana Azadiyê rû didin. Di xwepêşandanan de bi tevahî 25 kes mirin.
Di navbera polês û xwepêşanderan de pevçûnên tîj û tund li Qada Azadiyê heta saetên dereng ên şevê dewam kir. Li gor daxuyaniya ku Wezareta Tendirustiyê ya Ukraynayê da hejmara kesên ku mirin îro ji serê sibehê pê ve gihîşt 25an û di nava kesên ku mirin de peyamnêrekî rojnameya Vestî jî heye.
Wezareta Karên Hundir jî ragihand ku di rûdanan de 241 xwepêşandêr, 79 peywirdarê ewlehiyê, 5 peyamnêr û parlamenterek birîndar bûn.
Hat îdiakirin ku di bûyeran de peywirdarekî ewlehiyê bi destê xwepêşandêran rehîn hat girtin û Aleksandr Turçinovê endamê Batkivşçina jî birîndar bû.
Parlementerê Partiya Niştiman Aleksand Turçinov diyar kir ku birîna wî giran nîne û rewşa wî jî baş e.
Hat ragihandin ku Aleksand Turçinov bi guleya çekeke agirdar birîndar bû. Tê zanîn ku Aleksand Turçinov nêziktirîn kes e ku nêzî Yulia Timoşenko yê serokwezîrê kevn ê ku niha girtiye.
Bertek zêde dibin
Li ser mirina 25 kesan ji dinyayê gelek bertek hatin.
Berdevkê Qesra Spî, Jay Carney got ku bûyerên tundiyê yên li Kîevê ez tirsandim. Wezareta Karên Derve ya NYEê bang li serokomarê Ukrayna Viktor Yanukoviç û hikûmeta Ukraynayê kir ku li gel muxalefetê dest bi dayalogê bikin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Anders Fogh Rasmussen jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku em ji ber van nûçeyan fikara dikin.
Serokê Koma Sosyalîst û Demokratan Hannes Swoboda ku ev kom di Parlementoya Ewropayê de ji komên mezin ya duyem e got ku Viktor Yanukoviç (serokomar) li dijî demokrasiyê helwesteke nû nîşan da.