Dinya

Amerîkayê telîmat da malbatên personelê balyozxaneya Kievê ku ji Ukraynayê biçin

Kasım İleri  | 24.01.2022 - Rojanekırın : 25.01.2022
Amerîkayê telîmat da malbatên personelê balyozxaneya Kievê ku ji Ukraynayê biçin

Washington DC

 Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê, li hemberî midaxeleyeke muhtemel a Rûsyayê, telîmat da malbatên personelê balyozxaneya Kievê ku ji Ukraynayê biçin.

Wezareta Karên Derva ji ber gurbûna rageşiya di navbera Rûsya û Ukraynayê da der heqê Ukraynayê da hişyariya seyahetê weşand.

Di hişyariyê da wiha hat gotin, "Wezareta Karên Derva di 23yê Rêbendana 2022yan da ji ber tehdîda herekata eskerî ya Rûs ya ku didome, destûr da ku xebatkarên Balyozxaneya Amerîkayê li Kievê bi awayekî xwebexş ji Ukraynayê veqetin û telîmat jî da ku endamên malbatên dîplomatîk jî biçin. Welatiyên Amerîkayê yên li Ukraynayê jî divê veqetîna bi rêya veguhestina bazirganî an jî taybet va binirxînin."

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, di herekateke eskerî ya muhtemel da bandor dê li fealiyetên dîplomatîk ên Amerîkayê yên li Ukraynayê jî çêbe û lewma ji welatiyên Amerîkayê yên li Ukraynayê hat xwestin ku formeke online dagirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın