WASHINGTON
Berdevkê Qesra Spî Jay Carney diyar kir ku ji bo Sûriyeyê çareseriya leşkerî tuneye û Amerîka hîn jî piştgiriyê dide çareseriyeke siyasî.
Carney di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane de diyar kir ku di hevdîtinên Cenewreyê de encameke erênî derneket û bersiva pirsan da. Carney wiha axivî:
"Di vî şêrî de çareseriyeke leşkerî tune û çareseriyeke siyasî ya ku tê muzakerekirin ji bo Sûriyeyê rêya herî baş e. Ev hîn jî fikra me ye. Pêvajoya Cenewreyê niha dikare bê domandin û serkeftinek bi dest bikeve. Lê bêşik hîn jî gaveke mezin a erênî nehate avêtin."
Carney got ku muxalif beşdarî hevdîtinan bûn û li gor wê jî tevgeriyan lê, rejimê nehîşt ku di hevdîtinan de lihevhatin çêbibe.
Carney diyar kir ku li gor mehek berê di pêvajoyê de tu guherînek çênebûye û wiha axivî: "Ya rastî rewşa Sûriyeyê gelekî nebaş e. Wek Serok Obama jî dibêje em dê bi şirêkên navneteweyî ve ji bo ku pêvajoyê pêş ve bibin xebatên xwe bidin domandin.
Carney dubare kir ku di pêşeroja Sûriyeyê de Esed dê nebe.
Carney got ku ew piştgiriya muxalifan dikin û dê hê bikin. Lê bi fikar in ku dibe ku çek bikeve destê kesên nebaş û li dijî ewlehiya neteweyî ew bên bikaranîn.