Haydar Şahin
25 Gulan 2018•Rojanekirin: 26 Gulan 2018
ROMA
Li Rapalloya bajarê Îtalyayê êrîşa Îslamofobîk birin ser navenda Îslamî.
Li gor xebera ANSAya ajansa xeberan a Îtalyayê navendeke Îslamî ya li bajarê Rapalloyê rastî êrîşa Îslamofobîk hat.
Kesê ku nayê zanîn kî ye ji deriyekî navendê ra kete hundir, kase û mîkrofona pê nimêjê didan kirin dizî.
Êrîşkar Qurana Pîroz a li navendê qelişand, bi qelemê va li ser xaç xêz kir û heqaret nivîsî.
Berpirsyarê avahiyê got 2 roj berê dît ku êrîşî navendê kirine û li ser vê navend girt.
Hat ragihandin ku lêpirsîna li ser bûyerê dabûn destpêkirin hê dewam dike.
Heman navendê meha borî jî hewl dabûn diziyê bikin û dizê ku ketibû navendê xwestibû kaseyê bidize.