Abdullah Tel
25 Gulan 2018•Rojanekirin: 26 Gulan 2018
WASHINGTON
Li Amerîkayê li gor ankêteke hat kirin ji sedî 69ê beşdarvanên Amerîkayî wisa difikirin ku Amerîkayê tesîra xwe ya li Rojhilata Navîn winda kiriye û radestî welatên wek Rûsya, Îran û Çînê kiriye.
Ankêta ku ji ser malpera nûçeyan a "The Hill"ê cih digire û ji hêla şirketên Harvard CAPS û Harris Pollê va hatiye kirin der barê polîtîkaya derva ya Amerîkayê da daneyên ecêb raxist pêş çavan.
Li gor vê ankêtê ji sedî 69 beşdarvanên Amerîkayî wisa difikirin ku tesîra Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn her diçe kêm dibe û welatên wekî Rûsya, Îran û Çînê jî şûna wê digirin.
Di ankêtê da biryara vekişîna Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ji Peymana Nukleerê ku bi Îranê ra hatibû kirin û biryara wî ya ku Balyozxaneya Tel Avîvê ya Amerîkayê ku bir Qudsê jî hatin nirxandin.
Ji beşdarvanên ankêtê ji sedî 54an ragihandin ku di şûna vekişînê da divê bi Îranê ra guftûgo bihata kirin û ji sedî 46an jî piştgirî da biryara Trump.
Lê ji sedî 65ên beşdarvanan xwedî wê baweriyê ne ku Îran li gor peymana nukleerê tevnegeriyaye.
Biryara Trump a der barê Qudsê da jî bi ankêtê di nav Amerîkayiyan da hat nirxandin û ji sedî 60ê beşdarvanan biryar rast dît û bi tenê ji sedî 40 dijî biryara Trump sekinîn.