Dinya, Koronavîrus

Li Îspanyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin ji 27 hezarî derbas bû

Li Îspanyayê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 184 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derkete 27 hezar û 104 kesan.

Haydar Şahin  | 13.05.2020 - Rojanekırın : 14.05.2020
Li Îspanyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin ji 27 hezarî derbas bû

Madrid

 Li Îspanyayê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 184 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derkete 27 hezar û 104 kesan.

Wezareta Tenduristiyê daneyên ser Kovîd-19ê rojane kirin.

Li gor daneyan, li welêt duh jimara kesên ku vîrus di wan da hat tesbîtkirin wek 176 hat eşkerekirin, jimara miriyan a rojane jî îro derkete 184 kesan.

Ev du roj in hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê dimrin hinekî zêde bû lêbelê ev 5 roj e ji 200î kêmtir tê dîtin.

Li Îspanyayê ji ber Kovîd19ê herî zêde 2 nîsanê da 950 kes miribûn.

Piştî daneyên wezaretê herî dawîn îro eşkere kirin hejmara miriyan derkete 27 hezar û 104an.

Jimara kesên ku li gor testên PCRyê vîrus di wan da hatiye tesbîtkirin jî di 24 saetên dawîn da 439 zêde bûn û derket 228 hezar û 691î.

Di 24 saetên dawîn da kêm zêde 2 hezar kes rind bûn û hejmara kesên gihîştin siheta xwe derket 140 hezar û 823yan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın