Sevim Hatun
13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 14 Hezîran 2016
TOULOUSE
Di Şampîyoniya Fitbolê ya Ewropayê (EURO 2016) da rikberên koma Dyê yên Tirkiyeyê Îspanya û Komara Çekê hatin hemberî hev û Komara Çekê 1-0 têk çû.
Îspanyayê xweş dest bi maçê kir, gelek pozîsyonên golê bi dest xistin lê nekaribû bikarbîne û di 45 deqeyên ewil da berambere ma.
Îspanyolên ku bi kêf û kelecan dest bi nîva duyê ya maçê kir, heta deqîqeya 87emîn gol neavêt; lê belê di vê deqeyê da Pîqûeyê di qada ortê da derket pêş, serê xwe li gogê xist û gog şand qaleya tîma rikber û pêşbirk 1-0 bi dawî bû.
Li Îspanyayê Davîd Sîlva cara 100em bi formaya milî derket qadê.