Abdullah Tel
22 Gulan 2020•Rojanekirin: 23 Gulan 2020
Li Îngiltereyê hejmara kesên ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin gihîşt 36 hezar û 393an.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 351 kesên din jî mirin û jimara miriyan bû 36 hezar û 393. Hejmara weqiayan jî 3 hezar û 287 zêde bû û gihîşt 254 hezar û 195an.
Di rojeke dawîn da 140 hezar û 497 test hatin kirin û yên dubarekirî jî di nav da heta niha 3 milyon û 231 hezar û 921 test hatin kirin.
Îngiltere ji ber hejmara miriyan li Ewropayê di rêza ewil da ye û li seranserê dinyayê jî piştî Amerîkayê di rêza duyemîn da cih digire.