Dinya

Li Îdlibê avên lexemê dibin sedema nexweşiyan

Ji şêniyên kampa Balaya li rojavayê Îdlibê Mihemed Aded: "Ji ber behna genî ya avê zarokên li kampê bi nexweşiya wek kinêra Helebê dikevin û yan jî gurî dibin."

Mehmet Burak Karacaoğlu, Ahmet Karaahmet  | 14.01.2022 - Rojanekırın : 21.01.2022
Li Îdlibê avên lexemê dibin sedema nexweşiyan

İdlib

Li Îdliba bajarê Sûriyeyê bo kesên ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û piştgirên wî reviyane û xwe spartinê kamp hene lê lexemên li wan kampan ji ber baranê bi ser da avêt û ji ber bêhna genî zarok nexweş dikevin.

Li bajarê Îdliba ku baran zêde bi tesîr bû kesên di konên ji cil û naylonan hatine çêkirin da dimînin perîşan bûn.

Kampên li ser zeviyan hatine avakirin û binesaziya wan tuneye bi barîna baranê va di nav ava lexemê da man.

Ji ber bêhna genî û kêzikên derketine nexweşîn belav dibin û malbat dixwazin demildest çareseriyek bê dîtin.

Ji şêniyên kampa Balaya li rojavayê Îdlibê Mihemed Aded daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ava baranê û ya lexemê tevlihev bûn û li qada kampê qelibîn.
Aded destnîşan kir ku ew ava genî dibe sedema nexweşiyan û wiha domand: "Ji ber bêhna genî ya avê zarokên li kampê bi nexweşiya wek kinêra Helebê dikevin û yan jî gurî dibin."

- "Nexweşiya di nav zarokan da zêde bû"

Merwe Xelîla di konekî li ber hilweşînê da ye dimîne got ku ji ber bêhna genî ya ji lava lexemê qîza wê gurî bû û wiha domand: "Dema ba bê û yan jî baran bibare bêhna genî belav dibe. Nexweşiya di nav zarokên li kampê da zêde dibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın