Neteweyên Yekbûyî: Pevçûneke di navbera Amerîka û Rûsyayê da ji bo Ewropa û dinyayê wê bibe bobelat
New York
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres diyar kir ku heke ji ber rageşiyê di navbera Amerîka û Rûsyayê da şer û pevçûnek biqewime ev yek wê ji bo dinya û Ewropayê bibe bobelat.
Guterres li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da rojnamegeran û hevdîtinên di navbera Rûsya Amerîka û NATOyê da ku ji ber rageşiyê tên kirin, nirxand.
Di axaftina xwe da Guterres got: "Ji bo rê li ber pevçûneke ku wê ji bo Ewropa û dinyayê bibe bobelateke mezin bê girtin û rageşî dakeve hewl tê dayîn û ev pêvajo gelekî girîng e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.