Ayhan Mehmet
14 Hezîran 2023•Rojanekirin: 15 Hezîran 2023
GUMULCÎNE (AA) - Li peravên nîvgirava Morayê ya Yûnanistanê bota masîgiran a koçberên bêdestûr tê da bûn, serobino bû di encama bûyerê da 78 kesan canê xwe da.
Li gor nûçeyên çapemeniya Yûnan, li Nîvgirava Morayê peravên Kelha Navarînê bota masîgiran a koçberên bêdestûr tê da bûn ji ber sedemeke nayê zanîn serobino bû.
Di bûyera ku di avên navneteweyî da çêbû da 78 kes xeniqîn, ji 100î zêdetir kes hatin xilaskirin.
Hat ragihandin ku koçberên bêdestûr birin Bendergeha Kalamatayê û xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.
Li gorî saziya civaka sivîl Alarm Phoneê, di bota ji Tobrûka Lîbyayê ber bi Îtalyayê bi rê ket da qedera 700 kesî hebûn.
Hat gotin ku koçber ji Sûriye, Filîstîn, Efxanistan û Pakistanê ne.
Katerina Sakelaropuluya Serokomara Yûnanistanê jî ji bo ku piştgiriyê bide koçberên hatin xilaskirin, dê biçe Kalamatayê.
Ji hêla din va hat ragihandin ku vê sibehê jî 80 koçberên bêdestûr li peravên Girava Girîtê hatin xilaskirin.