26 Gulan 2016•Rojanekirin: 27 Gulan 2016
ÎSTANBUL
Şewata li herêma tersaneyan Tûzlayê hat vesandin.
Li gorî agahiyê, li herêma tersaneyan di atolyeyeke taybet da di dema tehliyekirina benzîna bota ku dihat temîrkirin da, şewat derket.
Ji ber ku agir pê girt, bot teqiya. Di bûyerê da karker Yakup Ayan, Sezaî Ozdemîr û Muhammed Yilmaz birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Qertelê û eşkere bû ku birîna wan sivik e.
Şewat bi midaxaleya ekîbên agirkujiyê hat vesandin, lê bot êdî bikêr nayê.