Abdullah Tel
22 Gulan 2018•Rojanekirin: 22 Gulan 2018
MARÎB
Hat ragihandin, di êrîşa bombeyî ya ku husiyan li bajarê Marîb a rojhilatê Yêmenê dikeve lidarxist da 5 sivîl mirin û 20 sivîl jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ji rayedarên Navenda Ewlehiyê ya Marîbê hatin hildan milîtanên husî ji navçeya Sarvah a ku li rojavayê bajêr dikeve, moşekeke katyûşayê avêtin taxeke sivîl lê dijîn.
Di êrîşa bombeyî da 5 sivîl mirin û 20 sivîl jî birîndar bûn. Tirsa rayedaran ew e ku hejmara miriyan zêde bibe.
Li Yêmena ev demeke dirêj e bêîstiqrarî heye Husî dixwazin ku rêveberiyê hildin bin kontrola xwe û ji sala 2014an vir va paytext Sana jî di nav da hin herêman hildane bin kontrola xwe. Koalîsyona di bin pêşendiya Erebistana Siûdî da jî ji adara sala 2015an vir va piştgiriyê dide hêzên girêdayî rêveberiya meşrû ne.