İbrahim Atmaca
30 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2018
BEYDA
Hat ragihandin ku li Beydaya bajarê Yêmenê di pevçûnan da 36 Hûsî hatin kuştin, 50 Hûsî jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera Facebookê ya Navenda Çapemeniyê ya artêşa Yêmenê hat dayîn, li ser Çiyayê El-Beyyada navçeya El-Melacîmê Hûsî û hêzên artêşê pevçûn û 36 Hûsî hatin kuştin, 50 jî birîndar bûn. Di pevçûnan da li ser kuştî û birîndarên artêşê jî agahî nehat dayîn.
Li bajarê Hacceyê jî hêzên artêşê bi piştgiriya hêzên koalîsyona ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike, li navçeyên Mîdî û Hayranê di nav 3 mehên dawîn da 5 hezar û 151 mayîn û teqemeniyên ku Hûsiyan bi cih kiribûn, hatin bêtesîrkirin.
Hêzên hikûmetê li bajarê Beydayê pêşketina xwe didomîne.