SANA
Li bajarê Beydaya ku li navenda Yêmenê ye li dijî milîtanên rêxistina Ensarul Şerîeya ku wek şaxa Elqaîdeyê tê zanîn bi balafira bêmirov ve operasyon hat kirin û di êrîşê de 10 milîtan hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji şahidên bûyerê hatin hildan balafirên bêmirov ên DYAyê el-Menasiha herêma li ser bajarê Beydayê li dijî milîtanên rêxistina Ensarul Şerîeyê bi balafira bêmirov ve operasyon kirin, di êrîşê de 10 milîtan mirin.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku ev 10 roj e di navbera milîtanên Tevgera Ensarullah a Şiiyan û milîtanên Elqaîdeyê de şer dewam dike û di van 10 rojan de ev cara ewil e ku ji hewayê êrîş tê kirin.
Ev demek e di navbera milîtanên Ensarul Şerîeyê û hûsiyan de şer dewam dike. Hûsî ji bo ku herêma Menasihê ji destê milîtanên Ensarul Şerîeyê derxin êrîşan dikin.