ÎZMIR
Li Konaka navçeya Îzmirê di malekê de şewat derket. Di encama şewatê de 3 kesên ku ji dû aciz bûbûn rakirin nexweşxaneyê.
Şewat li kolana Şehit Kemal Keser di mala Mehmet Balkirê (71) ku li kata duyemîn de rûdinê derket.
Piştî şewatê tîmên agirkujiyê hatin cihê bûyerê û agir temirandin.
Li cihê bûyerê Tîmên Serwîsa Bilêz a 112an midaxeleya ewil li 3 kesên ku ji dû aciz bûbûn kir.
Hat idîakirin ku şewat ji ber prîza ceyranê derketiye.