AFYONKARAHÎSAR
Li Afyonkarahîsarê midîbûsa ku xwendekarên zanîngehê dibir, gindirî kendal û di encama qezayê de 8 kes mirin.
Li gor agahiyên hatin hildan midîbûsa bi plaqeya 32 YV 436 ku ajokarê wê Yusuf Z. bû û xwendekarên zanîngehê tê de bûn li nêzî gundê Karamika li ser Çaya navçeya Afyonkarahîsarê ji rê derket û gindirî kendal.
Di qezayê de 8 kes mirin û şofêr û 19 kesên ku di midîbûsê de bûn jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çayê û nexweşxaneyên Afyonkarahîsarê.
Serdozgerê Komarê jî hat cihê bûyerê û der heqê qezayê de lêkolîn kir.
Cinazeyên kesên ku di qezayê mirin rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çayê.
Hat ragihandin kesên di midîbûsê de bûn xwendekarên Zanîngeha Suleyman Demirel bûn û ji bo gerê ji Yalvaçê diçûn Eskîşehirê.