01 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
ANKARA
Li Enqerê tirek û du otomobîl li hev qelibîn. Di qezayê de 6 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, otomobîla Muharrem Firat ya bi reqema 16 SEC 54 li bûlwara Fatîh Sûltan Mahmetê dema ber bi Stenbolê ve diçû li otomobîla Adnan Yilmazê bi reqema 71 AB 140 ku li heman hêlê bû qelibî. Otomobîla Firat piştre li tira Hasan Sarikaya ya bi reqema 06 DD 5382 qelibî û ser piştê bû. Kamyona çopê ku otomobîl lê qelibî jî li ber îstasyona neftê qelibî û serpiştê bû.
Di qezayê da ajovanên wesayîtan Firat, Yilmaz, Sarikaya û Mehmet Karadag, îlhamî Aydan û Haydar Kuzuyê ku di wesayîta Adnan Yilmaz de bûn birîndar bûn. Li ser îxbarê gelek polês tîmen 112 acîl û tîmen agirkûjiyê hatin cihê bûyerê.
Wezîfedarên Tendûristiyê û tîmen agirkûjiyê Firatê ku di wesayîta xwe de asê mabû bi zor û zehmet derxistin. Piştî qezayê demekê rê ji trafîkê re hat girtin.