Sinan Doğan
11 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2022
Li eyaleta Araguayê ya Venezuelayê hejmara kesên ku di hezaz û lehiyên ji ber barana gumrah da mirin derket 36an.
Wezîrê Karên Navxweyî û yê Edaletê Remigio Ceballos di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir, li bajaroka Tejeriasê hejmara mirî û wendayên di barana gumrah da ya ku ji 8ê Cotmehê vir va didome, zêde bû.

Ceballos wiha got, "Mixabin heta niha 36 kes mirin û li gorî eqrebayên qurbaniyan 56 kes jî wenda ne."
Ceballos bal kişand ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin, 317 mal bi temamî hilweşiyan û di 757 malan da jî xesar çêbû.
- Di 2 hefteyên çûyî da ji ber baranê 42 kes miribûn
Li hin ciyên Venezuelayê ji ber tesîra bûyera hewayê La Ninayê di ser asta asayî baran dibare.

Li welêt di 2 hefteyên dawîn da ji ber barana gumrah hezaz çêbûbûn û lehî rabûbûn, di encamê da jî 42 kes miribûn.
Serokê Dewletê Nicolas Maduro ji bo qurbaniyên bobelatê 3 roj "şîna neteweyî" ragihandibû.